Serok Barzanî cejna jidayikbûna Hezretî Mesîh pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de cejna jidayikbûna Hezrtê Mesîh pîroz kir. Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejnên serê sala zayînî û jidayikbûna Hezretê Mesîh (Silavên Xwedê li ser bin), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xuşk û birayên Mesîhî li Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim.
Hêvîdar im ev helkefta pîroz bibe sedema destpêka jiyaneke pir aştî û birayetiya di navbera hemû aliyekî de û dawî bi teror û zulm û çewsandin û asîmîlasyonê bê, bi taybetî ku xuşk û birayên me yên Mesîhî di salên derbasbûyî de êşeke zêde ji destê terorîstan dîtin.
Cihê şanaziye ku Kurdistan welatê pêkvejiyan û tebayiya hemû ol û netewe û pêkhatan e û bi hêviya Xwedayê mezin û bi hîmmeta hemû aliyekî divê ew pêkvejiyan û birayetî kûrtir bibe.
Hêvî dikim hûn hemû cejnên xwe di nava xweşî û aştiyê de bikin û hêviya şadî û bexteweriyê ji we re dixwazim.
Mesûd Barzanî
24.12.2018”




