Şeşo: Heta PKK û Heşda Şeibî li Şingalê bin em aramiyê nabînin

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Êzdî Qasim Şeşo dibêje, ew pêşmergeyên ku ji aliyê Heşda Şeibî ve hatibûn girtin, hemû hatin azadkirin piştî ku Heşda Şeibî hat agahdarkirin, lê heta PKK û Heşda Şeibî li Şingalê bin aramî li navçeya wan çênabe.
Qasim Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku şevê din Heşda Şeibî êrîş kir ser Pêşmergeyên Êzîdxanê û 24 kes ji wan girtin, îro me Heşda Şeibî agadar kir ku wan berde. Lewma jî danê nîvro hatin berdan û niha li cih û navendên xwe ne.”
Şeşo wiha got: “Pêwîst e wek çawa DAIŞ ji Şingalê hat derxistin, wisa PKK û Heşda Şeibî jî ji Şingalê bên derxistin, ji ber ku heta ew li Şingalê bin em aramiyê nabînin, lewma pêwîst e em hemû hewlên xwe bidin ji bo ku ji Şingalê bên derxistin. Rewş bi vî awayî berdewam nabe.”




