26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêza Roj dê aramiyê bide Rojavayê Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serkirdeyê ENKSê Kawa Azîzî dibêje, bi çûna Hêza Pêşmergeyên Roj dê aramî vegere Rojavayê Kurdistanê. Herwiha eşkere dike ku çûna Pêşmergeyên Roj ji bo bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo wê yekê bû ku danûstandin ligel Hevpeymaniya Navdewletî kirin li ser çawaniya vegera Hêza Roj ji bo nava axa Rojavayê Kurdistanê.

Dr. Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “Çûna hêzeke Pêşmergeyên Roj ji bo Dêrika Rojavayê Kurdistanê bi mebesta danûstandinan bû ligel Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîka, ji bo ku di dema vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê Hêza Roj li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê bicîh bibin û nehêlin şer di navbera PYD û Tirkiyê de derkeve. Lê xuya ye PYD ji wê yekê nerazî ye, ji ber ku eger Pêşmerge vegerin Rojavayê Kurdistanê dê xelkê Rojava pêşwaziyê li wan bikin, lewma jî PKK li dijî vegera Hêza Roj e.”

Kawa Azîzî wiha got: “Hêzên ser bi PKKê ve ti karek nekirine li Rojavayê Kurdistanê ku şanaziyê pê bikin, welatî ji ber nebûna xizmetan û nebûna aramiyê dinalin. PYD zilmê li xelkê Rojavayê Kurdistanê dike û proseyên xwendinê û siyasî têk daye û zarokan bi zorê dibin eniyên şer.”

Azîzî wiha domand: “PYD dixwaze Pêşmerge vegerin û bikevin bin siya PKKê de, lê Pêşmerge wê yekê qebûl nakin ku bikevin bi destê PKKê de, eger Hêza Roj razî bibe ku vegere Rojavayê Kurdistanê dê bi rêkeftin be ligel Hevpeymaniya Navdewletî. Amerîka jî ji PYD û YPGê re gotiye ku Pêşmergeyên Roj dê vegerin, lê mixabin ew razî dibin ku Tirkiye jî biçe Rojavayê Kurdistanê lê Kurd venegerin.”

Nûçeyên têkildar