Serok Barzanî sersaxî ji malbata rewşenbîrê Kurd Reûf hesen re xwest

Hewlêr-KDP.info- Bi boneya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîrê Kurd Reûf Hesen Serok Barzanî peyamek sersaxiyê belav kir.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Ji bo malbata birêz nivîskar û rewşenbîrê xwedê jêrazî Reûf Hesen
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîrê navdar, Kekê Reûf Hesen gihîşt min.
Bi vê helkefta xemgîn, ez pirse û sersaxiyê pêşkêşî malbata we ya birêz û hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin lava dikim ku giyanê Kekê Reûf bixe ber dilovaniya xwe û sebir û dilnewayiyê bide hemû aliyekî.”




