26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rêya Şingalê vebûye lê koçber newêrin vegerin..Şingal bûye serbazgeh

Çavkanî: KDP.info

 

Şingal-KDP.info- Ev hefteyek e ku rêya Şingalê hatiye vekirin û Kurdên Êzdî naxwazin di vê rewşê de vegerin Şingalê. Berpirsekî Kurdê Êzdî jî dibêje, Şingal bûye serbazgehek bo bazirganî û karê îstixbaratî.

Tevî ku rêya Şingalê vebûye, lê koçberên Şingalê dîsa jî newêrin vegerin ser malê xwe û wek Berpirsê Navenda Rewşenbîrî û Civakî ya Laleş Şêx Şemo dibêje, xelkê Şingalê girêdayî ax û cihên xwe yên pîroz in, lê vekirina rêya Şingalê nabe sedem ji bo aramiya rewşa Şingalê ya aloz.

Şêx Şemo ji malpera KDP.info re ragihand: “Normalkirina rewşa Şingalê girêdayî derketina wan hêzên ku destê xwe danîne ser deverê, ji ber ku niha rêya Şingalê vebûye jî, lê xelkê Şingalê newêrin vegerin ser axa xwe. Xelkê Şingalê newêrin vegerin heta Pêşmerge venegere.”

Roja 15ê vê mehê rêya sereke ya Sihêla – Şingalê li pêşiya welatiyan vebû, ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê hatibû girtin. Berpirsê Navenda Laleş dibêje: “Mixabin destêwerdana welatên navçeyê di rewşa Şingalê de heye. Ew hêzên ku li Şingalê ne naxwazin rewşa Şingalê normal bibe, ji ber ku ew Şingalê ji bo karê bazirganî û îstixbaratî bikar tînin, nexasim ku Şingal hevsînor e ligel Sûriyê.”

Şêx Şamo wiha got: “Ji ber ku rewşa Şingalê xerab e, jibilî ku xelk venagerin rêxistinên navdewletî jî nikarin alîkariyan bighînin Şingalê, ji ber ku ew rêxistin newêrin biçin nav wan lîstikên îstixbaratî, ji ber ku Şingal bûye serbazgehek û karê îstixbaratî.”

 

Nûçeyên têkildar