26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hevpeymaniya Amerîka bi PYDê re tenê leşkerî bû..Rojava bi hewceyî hêzeke yekgirtî ye

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Hikûmeta Amerîka ragihand ku wan dest bi kişandina hêzên xwe kirine ji Sûriyê. Lêkolerekî Kurd ji Rojavayê Kurdistanê dibêje, ew biryara Amerîka ne nû ya û ji roja yekê de got ku hevpeymaniya wê bi hêzên Kurdî li Sûriyê re tenê leşkerî ye û ji bo jinavbirina DAIŞê ye.

Derbarê vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyêm lêkolerê Rojavayê Kurdistanê Jiyan Zekeriya Hesrî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew biryara Amerîka ne nû ye, serokê Amerîka gelek caran gotiye ku ewê ji Sûriyê vekşin. Amerîka ji roja yekê de armancên xwe diyar kirine, ku ji bo şerê DAIŞê li Sûriyê ne û her dema ku şer bidawî bû û pêwîstiya Sûriyê bi hêzên Amerîka neka ewê vekşin.”

Hesrî wiha got: “Mebesta Amerîka ji hevpeymaniya ligel PYDê û YPGê û ligel rêjîma Esed tenê li dijî terorê û şerê DAIŞê bû. Dema Trump hat ser kursî, got ku hevpeymaniya Amerîka bi hêzên Kurdî li Sûriyê re ne siyasî ye û tenê leşkerî ye.”

Wî lîkolerê Kurd wiha domand: “Eger em berjewendiya welatên mezin bidin ber PYD û HSDê, dê nas bikin ku ti berjewendiya Amerîka bi PYDê re tune ye. Tikriye wek welatekî mezin di NATOyê de, gelek berjewendiyên abûrê yên Amerîka pê re hene, herwiha em nikarin PYDê bidin ber berjewendiyên Amerîka ligel rêjîma Sûriyê û Îranê û welatên navçeyê. Lewma jî em karin bêjin ku Amerîka ji bo parastina berjewendiyên xwe ew biryar daye.”

Jiyan Hesrî ragihand: “Derket ku PYD her ji serî de li dijî helwestên neteweyî û berjewendiyên gelê Kurd bûye, ji ber ku pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê bi hêzeke yekgirtî heye û PYDê nahêle ew yek pêk were, lewma jî nedûr e ku PYD bi pilanekê û bi şert û merc Rojavayê Kurdistanê bide destê rêjîma Sûriyê.”

Nûçeyên têkildar