26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fransa: Hêzên me dê li Sûriyê bimînin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Piştî ku Amerîkayê ragihand ku dê hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, Fransayê deraberê hêzên xwe de ragihand ku hêzên wan ên leşkerî dê li Sûriyê bimînin.

Fransa ragihand ku hêzên wê li Sûriyê dimînin û divê şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê berdewam be heta ku pêgehên wê yên herî dawî bên jinavbirin.

Serokê Berpirsên Karên Derve yê Ewropayê li Fransayê Jean-Yves Le Drian ragihand ku wan ti biryar nedane hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin û dê hêzên wan li Sûriyê bimînin.

Duh Çarşema 19.12.2018 Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû: "Di heyama Serokatiya min de tekane sedema hebûna me ya li Sûriyê DAIŞ bû û me ew têk bir."

Çavkaniyên dîplomatîk ên Fransayê bertek nîşanî vê biryara Trump dan ku ew berê wê biryarê nehatine agahdarkirin.

Wezîra Derve yê Fransayê Florence Parly jî nerazîbûna xwe li hemberî biryara Serokê Amerîkayê anî ziman û got: “DAIŞ heta niha jî ji nexşeyê nehate paqijkirin.”

Hêzên leşkerî yên Fransayê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê rahênana Hêzên Sûriya Demokratîk û şêwirmediya wan dikin.

Nûçeyên têkildar