26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Almanya konferansekê ji bo nasandina Pêşemrge lidar dixe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Wezareta Pêşmerge bi serdaneke fermî li Almanya ye û beşdariyê di konferansekê derbarê nasandina erk û çalakiyên Pêşmerge de dike.

Serperiştiyarê Mihwerê Mexmûr – Guwêr yê Hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî li Almanyayê ji K24ê re ragihand, DAIŞ li ser destê Pêşmerge hat şikandin û ji ber wê her konferansek hebe girîngiyeke taybet dide Pêşmerge, ji ber ku navê wê wek qehreman hatiye naskirin.

Sîrwan Barzanî got jî: “Ev konferans ji bo nasandina erk, kar û çalakiyên Pêşmerge li Almanyayê birêve diçe. Qehremaniya Pêşmerge hiştiye ku navê Kurd û Kurdistanê zêdetir bê naskirin.”

Nûçeyên têkildar