26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

McGurk pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û serkeftin jê re xwest

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Şanderê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de civiyan û mijarên wek proseya siyasî ya li Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşemê 17ê Kanûna 2018, li Hewlêrê li gel Şanderê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê Brett McGurk û şandeke pê re civiya.

Di hevdîtinê de mijarên wek roseya geşedanên herî dawî yên li herêmê, hikûmeta nû ya Iraqê, rola aliyên siyasî yê Herêma Kurdistanê di pêvajoya siyasî ya Iraqê de, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û hevdîtin bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.

Brett McGurk pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ku wek namzêdê serokê Herêma Kurdistanê hate destnîşankirin û serkeftin jê re xwest.

Serokwezîr Barzanî bo serdanê spasiya lijneya Amerîkî kir û diyar kir ku hevdîtin bo avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê berdewam in û hikûmet dê ji aliyê partiyên sereke ve bê avakirin.

Balyozê Amerîka yê li Iraqê Douglus Silliman û Şêwirmendê Taybet ê Şanderê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî de, William Rybak û herwiha Kunsulê Amerîkayê li Hewlêrê di civînê de amade bûn.

 

Nûçeyên têkildar