26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li seranserî Kurdistanê Roja Ala Kurdistanê hat pîrozkirin

Çavkanî: KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Îro Duşema 17ê Kanûna 2018 roja Ala Kurdistanê ye û li Başûrê Kurdistanê bi vê helkevtê çendîn çalakî û merasîm tên lidarxistin. Her bi helkevta vê roja netewî û niştimanî, Ala Kurdistanê li ser tevahiya fermangeh û saziyên hikûmetê û xwandingeh, zanîngeh û çend cihên din li seranserê Başûrê Kurdistanê tê bilindkirin.

Roja 17ê Kanûna hemû salekê roja Ala Kurdistanê ye û li Başûrê Kurdistanê bi vê helkevtê bi dehan çalakî tên sazkirin.

Li Hewlêrê li dibistanan Ala Kurdistanê hat bilindkirin û Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çend rayedarên din di merasîman de amade bûn.

Ji bilî wan merasîman, li tevahiya wezaret, sazî û fermangehên hikûmetê û li tevahiya dibistan, xwendingeh û zanîngehên Başûrê Kurdistanê merasîmên taybet bi pîrozkirina Roja Ala Kurdistanê tên lidarxistin.

Ew merasîm jibilî Hewlêrê, li Duhok, Silêmanî, Xaneqîn û Kerkûkê jî tên lidarxistin.

Li Kerkûkê tevî astengî û binpêkirinên Hedşa Şeibî îsal li dibistanên girêdayî xwandina Kurdî bi heman awayê dibistanên Herêma Kurdistanê roja Ala Kurdistanê pîroz kirin û bi vê bûneyê çalakiyên taybet li nava dibistanan hatin encamdan.

Li Rojhilatê Kurdistanê hildana Ala Kurdistanê qedexe ye û li ser bilindkirina Ala Kurdistanê Kurd dikevin zindanan de. Li Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî xelk û partiyên siyasî bi şêweyekî neferî Roja Ala Kurdistanê pîroz dikin.

Ala Kurdistanê wek sembola yekîtiya axa Kurdistanê ye û nasnameya neteweya xelkê Kurdistanê ye.

Îro 17ê Kanûna 1945 wek cara yekem li bajarê Mihabad ê Rojhilatê Kurdistanê Ala Kurdistanê hat bilindkirin.

 

Nûçeyên têkildar