Şanda ENKSê diçe Rûsya û dengê Kurdan dighîne wan

Rûsya-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Derve yên ENKSê Kamîran Haco dibêje, şandeke ENKSê bi mebesta gihandina dengên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û pirsa destûrê Sûriyê, serdana Moska dike.
Kamîran Haco ji malpera KDP.info re ragihand: “Li ser vexwendina fermî ya Wezareta Derve ya Rûsya şandeke ENKSê îro serdana Rûsya dike û biryar e roja 18ê vê mehê li wezareta Derve ya Rûsya ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya bicive.
Kamîran Haco wiha got: “Armanca me ji wê serdanê gihandina dengê Kurdan e li Rojavayê Kurdistanê bo Rûsya û ji bo pirsa destûrê Sûriyê ye. Herwiha emê pêwendiyên xwe bihêz bikin. Derbarê destûrê Sûriyê yê bê jî, em dixwazin mafê Kurdan tê de bê garantîkirin û em dixwazin Rûsya piştgiriya me bike di vê pirsê de.”
Haco wiha domand: “Herwiha emê ligel Moska behsa helwesta Rûsya li ser rewşa rojhilatê Ferat bikin, ku ew dibêjin Amerîka dixwaze dewletekê li wir ava bike, em nas bikin ku rastiya vê pirsê çi ye û em hêvîdar in ku Rûsya piştevan be ji me re ji bo ku em mafên xwe bidest bixin.”




