26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî bo wezîra Polonya: Dengê koçberan bighînin Yekîtiya Ewropa

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîra Karûbarên Mirovî ya Polonyayê Beata Peksa û şandeya li gel kir û di wê hevdîtinê de ragihand Herêma Kurdistanê dê li ser prensîbên pêkvejiyanê berdewam be.

Îro Çarşema 12.12.2018ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîra Polonyayê Beata Peksa û şandeya li gel kir û wezîra polonyayî ji ber pêşwazî kirin û hewandina koçber û penaberên ji ber terorê spasiya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye, herwaha hewl û alîkariyên zêdetir ji bo koçber û penaberan wek pêwîstiyekê aniye ziman û amadebûna welatê xwe ya di vê derbarê de jî nîşandaye. Herwaha pêkvejiyana olî û netewî ya li Herêma Kurdistanê bilind nirxandiye û hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên çareser kirina pirsgirêkan wek cîhê rêz û pesindanê pênase kir.

Herwaha amaje bi wê yekê hat kirin ku, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya wê serdanê kir û hêvî xwest şanda mêvan di serdana xwe de geheştibin wêneyekî ronî li ser rewşa herêma Kurdistanê koçberan. Teqez jî kir herêma Kurdistanê di raborî de, naha û di paşerojê de jî dê li ser prensîbên pêkvejiyana olî û netewî berdewam be û zêdetir bicîh bike. Herwaha di mijara avakirina baweriyê bo koçberan ku bikarin li welatê xwe bimînin de jî, pesnên rola aliyên navnetewî da.

Di beşeke din ê axaftina xwe de Nêçîrvan Barzanî, kurteyek derbarê tekoşîna dijî DAIŞê û parastina pêkhateyên cuda ji aliyê xelk û hikûmet û Pêşmergeyên Kurdistanê ve anî ziman û spasiya rêxistinên sivîl ên navnetewî û navxweyî kir, ji ber alîkariya koçber û penaberan.

Herwaha hêvî xwest Polonya li Yekitiya Ewropa hewlên zêdetir bide ji bo gehandina rewşa koçber û penaberan, ku bi hemû aliyekê ve rewşa jiyana wan bê başkirin.


 

Nûçeyên têkildar