26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîrê Amerîka: Emê berdewam bin li ser piştgiriya aramiya Kurdistan û Iraqê

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîka civiyan û di wê hevdîtinê de wezîrê mêvan got ku welatê wî dê berdewam be li ser piştgiriya aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Îro Sêşema 11.12.2018 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Rick Perry û şandeke pê re kir.

Di destpêka civînê de şanda Amerîkî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê diyar kir û qurbanîdana Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de bilind nirxand.

Di berdewamiya civînê de wezîrê Amerîkî Rick Perry diyar kir ku Amerîka berdewam dibe li ser piştgîrîkirina bicîhkirina aramiyê li Kurdistan û Iraqê û diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê.

Her di heman civînê de Serokwezîrê Kurdistanê jî spasiya şanda Amerîkî kir û anî ziman ku xelkê Kurdistanê weke piştgîriyeke bihêz bo Kurdistanê li serdana şanda Amerîkî dinere û pir girîng e ku ev hevahengî û dosteyetî di navbera Kurdistan û Amerîka de bimîne.

Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya hewldanên Amerîkayê bo jihevnêzkirina Hewlêr û Bexdayê kir û amadebûna Kurdistanê jî bo çareserkirina kêşeyan diyar kir û hêviya wê yekê jî xwest ku Amerîka di vê mijarê de rola xwe bilîze.

 

Nûçeyên têkildar