Mesrûr Barzanî bo wezîrê Amerîka: Em kar ji bo Kurdistaneke bihêz û pêşketî dikin

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ligel Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Richard Perry civiya û di wê hevdîtinê de Mesrûr Barzanî got: “Em kar dikin ji bo Kurdistaneke bihêz û pêşketî.
Îro Sêşema 11.12.2018 Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Richard Perry civiya.
Wezîrê Amerîkayê di civînê da aşkere kir ku ew ji pêşhatên li Herêma Kurdistanê kêfxweş bûne û ew dixwazin pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê zêdetir pêş bikevin. Herwiha şanda mêvan got ku şandina petrola Kerkûkê bo derve bi rêya Herêma Kurdistanê pêngaveke erênî ye.
Ji aliyê xwe ve Mesrûr Barzanî sipasiya Amerîkayê kiriye ku di şerê dijî terorîstên DAIŞê de alîkariya Herêma Kurdistanê kirine û got ku berdewamiya wan alîkariyan bo Kurdistanê dikeve xizmeta berjewendiya aramiya navçeyê.
Mesûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kiriye ku Herêma Kurdistanê dixwaze sûdê ji rêkeftina sitratejîk ya di navbera Amerîka – Iraqê ya di warê çaksazî û enerjî û abûriyê bibîne.
Derbarê diyaloga Hewlêr- Bexdayê jî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî aşkere kiriye ku ewê berdewam in di diyalogê de ligel Bexdayê ji bo çareserkirina hemû kêşeyan.
Mesrûr Barzanî û wezîrê Amerîka herwiha pêngavên avakirina hikûmeta Iraqê û avakirina hikûmeta Kurdistanê gotûbêj kirin.




