26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Parlamentereka BDP: Êrîşên li Kerkûk û Parîsê û Rojavayê Kurdistanê ji hev cuda nînin

Çavkanî: KDP.info

Parlamentera BDP a Qersê Mulkiye Bîrtane ragihand, ku êrîşên li Parîs a paytextê Fransayê li hemberî Sakîne Cansiz û hevalên wê û êrîşên li Kerkûk û Selahedînê yên li hemberî baregehên PDK û YNK û herwisa êrîşên li Rojavayê Kurdistanê li hemberî kurdan ji hev ne cuda ne.

Parlamentera Partiya Aştî û Demokrasiyê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, li ser navê Meclisa Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk, êrîşên li Kerkûk û Selahedînê bi tundî şermezar kir. Mulkiye Bîrtane bal kişande ser ewê çendê ku di demeke de ku kurd û Kurdistan di qada navneteweyî de cih girtine û basa statûya kurdan tê kirin, li her çar perçeyên Kurdistanê êrîş pêk tên.

Bîrtane di evê bareyê de tekez kiriye: “Komkujiya Parîsê ya li hember sê jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, êrîşên li Kerkûk û Selahaddinê yên li hemberî partiyên kurdan PDK û YNK,  êrîşên li Rojavayê Kurdistanê yên li hemberî kurdan û darvekirinên li Rojhilat ji hev ne cuda ne. Destkevtinên kurdan ên evê sedsalê hemû hêzên statuparêz tirsandine û rê li pêşiya evan êrîşan vekirine. Bersiva herî xurt a kurdan jî dê ancax bi helwest û rawesadineke hevpar a kurdan pêk bihê.”

Bîrtane herwisa dide xuyakirin, ku sedema van êrîşan sabotekirina hevdîtinên di navbera Rêberê PKK Abdullah Ocalan û dewleta Tirkiyeyê de ne û xwest hemû kes li hemberî vê yekê bi hişyarî tevbigerin. Bîrtane, di dawiya daxuyaniyê de banga yekitiyê li hemû kurdan kir û ji kurdan re  sersaxî xwest.

Nûçeyên têkildar