26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Di serweriya Pêşmerge de cihê destê jinên Kurdistanê xuya ye

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Bi boneya 66.mîn salvegera damezrandina Yekitiya Afretên Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî peyamek pîrozbahiyê belav kir û tê de got, di serweriya Hêzên Pêşmerge de cihê destê jinên Kurdistanê xuya ye.

Peyama Serok Barzanî waha ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Sekreter û Endamên Mekteba Sekretariyeta Yekîtiya Afretên Kurdistanê

Bi helkefta 66. salvegera damezrandina yekîtiya we Yekîtiya Afretên Kurdistanê pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we û hemû endamên rêxistina we ya têkoşer dikim.

Yekîtiya Afretên Kurdistanê hevmilê rol û erkê girîng ê çespandina mafên jinan e û dîrokeke pir bi şanazî jî li xebata neteweyî û niştimanî ya li serdema çiya û piştî raperînê de jî hebûye û di serweriyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de jî rol û cihê destê wan xuya ye.

Piştrast bin ku rêxistina we Yekîtiya Afretên Kurdistanê di paşarojê de dê bibe beşek ji fakterên pêşvebirina civakê û kar li ser perwerdeyeke dirust û xebatekî serdemiyane dike.

 

Dûbare pîrozbahiyê pêşkêşî we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.
 
11.12.2018
Mesûd Barzanî

Nûçeyên têkildar