Serok Barzanî serxweşiyê li malbata Bush kir

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta koça dawî ya George Bush (Bush ê bav) Serokê berê yê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka peyamekî serxweşiyê ji bo Serok George W. Bush kurê mezinê Bush ê bav û Serokê berê yê Amerîka re şandiye û têda hevxemî û serxweşiya xwe bi malbata Bush re ragihandiye.




