26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Mîrê Kiwêt rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Kiwêt-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî û Mîrê Kiwêt civiyan û di wê hevdîtinê de pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û rewşa navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Di dirêjahiya serdana xwe ya welatên kendavê, Serok Mesûd Barzanî li gel şanda xwe ku ji Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Azad Berwarî Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê, serdana Kiwêt kir û îro Sêşema 27.11.2018 ji aliyê Simu Şêx Sebah El Ehmed Mîrê Kiwêt ve hat pêşwazîkirin.

Di vê civînê de di derbarê pêşhatên siyasî û guhertinên dawî yên li Iraq û navçeyê de gotûbêj hatin kirin û herwiha behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Kiwêt de û çawayiya pêşxistina wan pêwendiyan hat kirin.

Proseya siyasî ya Iraqê û pêngavên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê mijareke din a vê hevdîtinê bûn.

Her heman rojê Serok Mesûd Barzanî û şanda pê re bi Şêx Nasir Sebah El Ehmed Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Berevaniya Kiwêt re civiya. Di wê civînê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêwendiyên herdû aliyan gotûbêj kirin û tekez li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Kiwêt de kirin.

Wêstgeha dawî ya serdana Serok Mesûd Barzanî û şanda pê re ya welatê Kiwêt serdankirina navenda kultûrî ya Şêx Cabir El Ehmed û herwiha hevdîtin û civîn bûn ligel Rêveberê Giştî yê Sindûqa Kiwêt a Geşepêdana Aborî ya Erebî.

 

Nûçeyên têkildar