26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdistan û Çîk pêwendiyên xwe bihêztir dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Çîk li Iraqê civiyan û di wê hevdîtinê de herdû aliyan tekez kirin ku ew dixwazin pêwendî û têkeliyên xwe bihêtir bikin.

Îro Dûşema 26.11.2018 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Komara Çîk yê li Bexdayê Jan Vycital û şanda pê re kir.

Di destpêka civînê de balyozê Çîk diyar kir ku armanca serdana han xatirxwestin e ji rayedarên Kurdistanê, ji ber ku dema karê wî weke balyozê Çîk li Iraqê bidawî hatiye.

Di civînê de ku konulusê Komara Çîk yê li Hewlêrê jî tê de beşdar bû, balyozê Çîk Jan Vycital spasiya hikûmet û dezgehên Hikûmeta Kurdistanê kir ku di dema karê wî de hevkarî û asankarî pêşkêşî wî kirine.

Vycital herwiha amdebûna welatê xwe jî ji bo bihêztirkirina têkiliyên xwe yên ligel Kurdistanê diyar kir.

Ji aliyê xwe ve jî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hêviya serkeftinê ji balyozê Çîk re xwest û tekez li ser domkirina hevkarî û asankariyên Hikûmeta Kurdistanê bo balyozê nû yê Çîk kir.

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de xwesteka Hikûmeta Kurdistanê jî ya ji bo bihêztirkirina têkiliyên xwe li gel Çîk diyar kir.

Nûçeyên têkildar