26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sedir: Serdana Barzanî girîng û dîrokî ye

Çavkanî: KDP.info

 

Bexda-KDP.info- Serok Barzanî li bajarê Necefê li gel Serokê Rewta Sedir Muqteda Sedir civiya û di wê hevdîtinê de Sedir ragihand ku serdana Serok Barzanî girîng û dîrokî ye.
Îro Îna 23.11.2018 Serok Mesûd Barzanî gihîşt bajarê Necefê û bi germî ji aliyê Muqteda Sedir Serokê Rewta Sedir ve hate pêşwazî kirin.
Di civînê de ku Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Azad Berwarî Endamê Mekteba Siyasî ya PDK şanda li gel Serok Barzanî bûn. Di destpêkê de Serokê Rewta Sedir xweşhaliya xwe bi serdana Serok Barzanî ragihand û bi serdanekî girîng û dîrokî wesif kir û ragihand ku serdan bûye cihê xweşhaliya hemû aliyên siyasiyên Iraqê û bi destpêkeke girîng û arasteyekî nû û erênî ji bo proseya siyasiya Iraqê û rêgirtina dûbarebûna şaşiyan û binyadnana hikûmeta nû dizanin.

Di civînê de her dû alî wê yekê dûpat kirin ku derfetekî nû li peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda hatiye holê û pêwîste kar li ser avakirina bawerî û çareserkirina kêşeyan û şeraketa rasteqîne bê kirin. Tekez jî li berdewamiya peywendiyan û kûrtirkirina bawerî û palpiştîkirina hikûmeta nû ya Iraqê kirin.

 

Nûçeyên têkildar