Serok Barzanî û serokê Parlamentoya Iraqê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

Bexda-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe de ligel berpirsên Iraqê, ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî jî civiya.
Îro 22.11.2018 Serok Barzanî çû Bexdayê û danê êvarî ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî civiya.
Di wê hevdîtinê de pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin. Herwiha herdû aliyan tekez kir ku pêwîst e pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bihêztir bibin.
Serok Barzanî herwiha îro li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û Serokê Hevpeyamaniya Fetih Hadî Amirî û Siyasetmedarê Iraqê Falih Feyaz civiya.




