Serok Barzanî: Dê destpêkeke xêr be.. Serokwezîrê Iraqê: Barzanî rêberekî cîhanî ye

Bexda-KDP.info- Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî piştî civîna li gel Serok Barzanî li Bexdayê, di daxuyaniyekê de ragihand: “Barzanî endezyarê pêvajoya çêkirina peywendiyan bû, neku tenê li Iraqê, herwiha li herêmê û cîhanê.”
îro pêncşemê (22-11-2018) Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî piştî civîna xwe kongreyeke rojnamevanî lidar xistin. Di vê kongreyê de Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û Serok Barzanî hevdû bi navên Ebû Mesrûr û Ebû Haşim bi nav kirin.
Serok Barzanî di konferansa rojnamevanî de ragihand: “Serdana min a bo Bexdayê ji bo wê yekê bû ku pîrozbahî li bira û hevalê xwe Serokwezîr Dr. Adil Ebdulmehdî bikim. Ezê ji niha û şûnde pabendî wê rêkeftinê bibim ku em bi navê Ebû Haşim û Ebû Mesrûr navê hev bibêjin. Pêwendiyên me pêwendiyên dêrîn in, di çendîn helwestên zehmet de me bawerî bi hev re pêk aniye, berî û piştî rûxana rejîma Beis. Roleke mezin a Adil Ebdulmehdî hebû di avakirina Iraqa nû de tevî ku rûbirûyî pirsgirêkên dijwar bûne, roleke wî ya xuyayî hebû di dariştina destûrê û çendîn helwestên din de.”
Herwiha derbarê siberoja pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de Serok Barzanî ragihand: “Ev dê destpêkeke xêr be û ji aliyê me ve em dê hemû piştgiriya te bikin.. Ji hekîmekî pirsîne: Tu ji birayê xwe hez dikî yan hevalê xwe, got birayê min eger bibe hevalê min, lewma tu bira û hevalê min î Ebû Haşim. Ez ji vir hemû piştgiriya xwe ji bo birayê xwe Dr. Adil Ebdulmehdî radigihînim, di dahatûyê de jî pêwendiyên me dê bi hev re hebin û emê alîkar bin ji bo bihêzkirina wê pêwendiyê û bihêzkirina wê baweriya ku berê hebû û bihêz bûye, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi alîkariya Xweda. Gelek spas ji bo vê pêşwaziyê, cardin pîrozbahî li birayê xwe yê birêz dikim û hêviya serkeftinê jê re dixwazim.”
Adil Ebdulmehdî jî ji rojnamevanan re ragihand: “Em şerefmend in bi serdana Birêz Mesûd Barzanî bo Bexdayê, pêwîst nake em wî bidin naskirin. Ew xebatkarekî dêrîn e, heta çiyayên Kurdistanê jî wî nas dikin, ku li Iraqê serkirdetiya pêvajoya guhertin û ber bi demokratbûnê dikir ji bo rûxandina dîktatoriyê. Wî ji bo gelê Iraqê û gelê Kurd xebat kiriye.”
Ebdulmehdî destnîşan kir: “Birêz Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û endezyarê pêvajoya çêkirina pêwendiyan e, neku tenê li Iraqê, herwiha li herêmê û cîhanê jî. Me pêşwaziya rêberekî mezin kir. Ew kesekî wisa ye ku hemû wesfên serokatiyê li ba wî hene. Rêzeke wî ya mezin heye û em bixêrhatê lê dikin.”
Adil Ebdulmehdî got: “Di destpêka hevdîtinê de me got ku ev mezintirîn rêzgirtin e di navbera du kesan de, ji ber ku dostanî û biratiyê nîşan dide, herwiha dîrokeke dûr û dirêj a hevbeş di navbera me de heye. Cardin bi xêr hatî û ez bawer im bernameyeke têr û tije li cem Serok heye li gel hemû kesayetên Iraqî. Bi îzna Xweda, ev hevdîtin dê dubare bibin li Bexda û li Hewlêr û her cihekî din ê Iraqê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên ku em rûbirû bûne.”




