26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balyozê Kanada: Pêşkeftinên mezin li Kurdistanê hene

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya balyozê Kanada li Iraqê Paul Gibbard û seroka nivîsgeha Keneda li Hewlêrê Nanci Bergiron û şanda li gel wan kir.

Di civînê de Paul Gibbard kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê da xuyakirin û rola Herêma Kurdistan di şerê li dijî DAIŞê û hewandina hejmareke mezin ji penaber û koçberan bilind nirxand û behsa bername û çalakî û hevkariyên welatî xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Herwiha tekez kir ku pêşkeftinên mezin di warê mafê jinan li Kurdistanê tên dîtin, ku wekhevî heye û jin rêveberiya welat û di cihê biryarê de beşdar e.

Ji aliyê xwe ve serokwezîrê Herêma Kurdistanê, behsa rewşa niha û qunaxên nû piştî hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê û vekirina rûpeleke nû di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û bal kişand ser qunaxa şerê li dijî DAIŞê û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî bi serkêşiya Amerîka û rola Kanada di wî warî de bilind nirxand.

Herwiha di wê hevdîtinê de, rewşa koçber û penaberan, pirsa pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistan, gavên erênî yên Herêma Kurdistan derbarê rewş û rola jinan, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Keneda de û pêşxistina wan pêwendiyan hatin behskirin.

 

Nûçeyên têkildar