26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Bila pêwendiyên Kurdistan û Ukranya bihêztir bibin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Ukranya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de got, bila pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Ukranya bihêztir bibin.

Îro Çarşema 21.11.2018 Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Ukranya li Iraqê Vîktor Nîdopas û şanda pê re kir.

Di civînê de Mesrûr Barzanî û Vîktor Nîdopas behsa pêşhatên siyasî û pêwendiyên dîrokî yên navbera Herêma Kurdistanê û Ukranya kirin û tekestî li ser berfirehkirin û xurtkirina wan pêwendiyan kirin bi taybet di warên asayiş, bazirganî û aborî de.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê bi riya wî nûnerê Ukranya daxwaza bihêzkirina pêwendiyên Hewlêr û Kîyevê kir û ragihand, Herêma Kurdistanê hez dike û amade ye pêwendiyên xwe bi Ukrayna re bihêztir bike.

Di civînê de behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî hat kirin. Di vê mijarê de jî Mesrûr Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê li bendê ye qonaxa zehmet ya pêwendiyan derbas bibe û di çarçoveya Destûrê Iraqê û bi mekanîzma şirîkatiyek rast welat were birêvebirin.

 

Nûçeyên têkildar