Serok Barzanî bo parlamenterên PDKê: Bila xizmeta xelkê Kurdistanê armanca we be

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ligel Endamên Fraksiyona PDK li xula 5 a Parlamentoya Kurdistanê civiya û di wê hevdîtinê de daxwaz ji wan kir ku armanca wan a sereke çareserkirina girift û pirsgirêk û kêmaniyan be ji xelkê Kurdistanê re.
Îro Çarşema 21.11.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî ligel Serok û Endamên Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li xula pêncem a Parlamentoya Kurdistanê civiya.
Di vê civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û tê de behsa pêşhatên siyasî yên dawî li Kurdistan û Iraqê û her wiha referandûm û bûyerên piştî referandûmê û herdu hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê û Parlamentoya Kurdistanê kir û ragihand ku girîngiya serketina PDKê di hilbijartinên Iraqê de di wê yekê de bû ku seng û pêgeha PDKê li nav Kurdistan û Iraqê nîşana hemû aliyek da. Herwiha tevî hebûna gelek kêşe û giriftan û dorpêç û bûyerên meha Cotmeha 2017, lêbelê PDK karî bibe partiya yekem li ser asta Iraqê û ew yek serkeftineke mezin bû ji bo PDK û sedema wê serkeftinê vedigere ser helwestên PDK û wefaya gelê Kurdistanê li hemberî Partiya Demokrat a Kurdistanê.
Di dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku serketina PDK di hilbijartinên Kurdistanê de destê PDK vedike ku kar ji bo Kurdistaneke bihêz û guhertineke bingehîn bike.
Serok Barzanî spasî gelê Kurdistanê kir ku dûbare bawerî bi PDK bexşîn û bi pêwîst jî zanî ku PDK û Endamên Fraksiyona PDK li Parlamentoya Kurdistanê li asta baweriya xelkê bin û bersiva wefa û baweriya xelkê bi xizmetkirina gelê Kurdistanê bidin.
Serok Barzanî daxwaz jî kir ku daxwazên xelkê bi girîng werbigrin û ji êş û azarê xelkê têbigihin, herwiha parlamenterên PDK xwe ji her muzayedekirinekê dûr bixin û xwe li ser xelkê nebînin û armanca wan a serî çareserkirina giriftên xelkê be.
Di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, Serok Barzanî hêvî xwest ku nêteke paqij li cem tevahiya aliyan hebe di proseya siyasî ya Iraqê de li ser pêbendbûna bi hersê prensîpên şirîkatî di rêveberiya Iraqê de û tifaqa di danîna yasayan de û hevsengî di dezgehên hikûmî de.
Herwiha di derbarê Kerkuk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê Kurdistanê jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ew rewş û sepandin û xweferizkirina serbazî ya ku niha li wan navçeyan heye, pêwîst e bidawî bibe û berdewambûna wê rewşê nayê qebûlkirin.
Her di vê civînê de di derbarê çawaniya karkirina fraksiyona PDK û hêlên giştî yên siyaseta PDK di derbarê hikûmeta paşarojê de û proseya siyasî de, Serok Barzanî şîret û berçavrûniyên pêwîst ji bo amadebûyên civînê behs kir




