26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Silêmaniyê hevkarî li ser penaberên rojava belav kir

Çavkanî: KDP.info

Duhî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li hilmeteke hevkariyê de bo penaberên Rojava yên kû li bajarokên Baziyan û Bayncan niştecîbûne, pêwîstiên weke; doşek, betanî, sûtemenî, xorak û erzaq bi ser 75 malbata û pirtirî 50 kurdên Rojavayê Kurdistanê de belav kir.

Di vê bareyê de, cêgirê serokê dezgeha xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed, weha ragihand: Weke dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi berdewamî me hewildan dane kû, bê cêwazî hinek hevkariya Kurdên Rojava bikin.

Weha jî got: di vê helmetê de jî, me karî hevkariyê û pêwîstiyên zistanê weke betanî, doşek, û sûtemenî û xorak bi ser wan malbatên rêzdar de belav bikin kû li bajarokê Baziyan û Bayncan niştecî bûne û di rewşeke xirab de dijîn.

Weha jî got kû: Dezgeha xêrxwaziya Barzan dê bo hevkariya wan penaberan her berdewam be û ev hilmetên wan dê li deverên din yên herêmê jî bigre nava xwe.

Nûçeyên têkildar