26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî Sefîn Dizeyî sand cenazeya Mehemed Alî Bîrand

Çavkanî: KDP.info

Cenazeya rojnamevanê navdar Mehmet Alî Bîrand bi merasimeke mezin li Stenbolê hate veşartin. Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul jî tevli merasimê bû. Endamê serkirdayetiya PDK’ê Sefîn Dizeyî jî di merasimê de amade bû.

Ji bo veşartina cenazeya rojnamevan Mehmet Alî Bîrand  li ber Dogan TV Centerê merasimek hate lidarxistin. bi hezaran xelik û dostên Bîrand jî tevli merasimê bûn. Ji Herêma Federal a Kurdistanê jî Safîn Dizeyî di merasimê de amade bû. Dizeyî ji rojnamevanan re got ew Mehmet Alî Bîrand 21 sal in ji nêz ve nas dikin û wiha axivî: “Me her tim li hemberî nûçevaniya wî, nêzikahiya wî ya li hemberî pirsgirêka kurd rêzeke mezin girt. Êşa me mezin e. Medyaya tirk mezinekî xwe ji dest da.”

Nimêja cenazeyê Bîrand li Mizgefta Teşvikiye hate kirin û piştî nîvro li Goristana Anadolu Hîsari hate veşartin.

 

Nûçeyên têkildar