Kurdan ji Xaneqîn derdixin..Ereban li şûna wan bicih dikin

Xaneqîn-KDP.info- Berpirsê Şaxa 15 ya PDKê li Xaneqîn Şêx Ceifer Şêx Mistefa ragihand ku proseya derxistina Kurdan ji Xaneqîn destpê kiriye û Ereban dixin şûna wan de.
Dema DAIŞ êrîş kir ser navçeyên Kurdistanî, Hêzên Pêşmegre Xaneqîn parastin û nehiştin bikeve destê wan terorîstan. Lê piştî dagîrkirina Kerkûkê, Xaneqîn jî ket bin destê milîsên Heşda Şeibî de û niha ew milîs li wir gelek binpêkirinan li dijî Kurdan dikin.
Şêx Ceifer Şêx Mistefa ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya demekê proseya girtina dezgehên Hikûmeta Kurdistanê destpê kir. Berpirsên Kurd dûr dixin û Ereban li şûna wan datînin. Biryarek derketiye ku 170 polîsên ser bi Herêma Kurdistanê ji Xaneqîn derxînin û wan veguhêzin Germiyan.”
Şêx Mistefa wiha got: “Proseya bi erebkirina Xaneqîn bi hemû şêweyan berdewam e. Kurdan ji Xaneqîn derdixin. Rêveberê xala sînorî ya Munzîriye û cîgirê wê ku herdû Kurd in, ji kursiyên wan hatin dûrxistin û 2 Ereb li şûna wan hatin danîn. Proseyek destpê kiriye ku li her cihekî Kurd berpirs û fermanber bin, wan ji karê wan dûr bixin û Ereban li şûna wan deynin.”




