Serokê herêma Kurdistanê ligel herdû politikburo yên PDK û YNK civiya

Duhî Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî li gel her dû politikburo; Partiya Demokrata Kurdistan û Yekêtî Niştîmanî Kurdistanê kombû, behsa kombûnên serokatiya herêmê bi her sê serkirdeyên opozisyonê re hat kirin.
Di vê kombûnê de, her dû bolitikburo Partî (PDK) û Yekêtî (YNK) xweşhaliya xwe derbarê encamên kobûna serokatiya Herêma Kurdistanê li gel her sê serkirdeyên Opozisyonê diyar kirin, kû pêr roja 17/1/2013 hatibû sazdan, wekî din jî ew pêşniyar hatin gotûbêj kirin kû ji aliyê her sê serkirdeyên opozisyonê ve di kûmbûnên xwe de pêşkêş kirbûn.
Her dû politikburo yên Partiya Demokrata Kurdistan û Yekêtiya Niştîmana Kurdistan palpişta xwe bi temamî, bo perensîpa gotûbêj û diyalokan dûpat kirin û danana mekanîzemkê bo çaweniya pêkanîna wan gotûbêj û diyalokan weke pêwîst dan zanîn bi mebesta parastina yekrêziya hêz û aliyên siyasiyên Kurdistanê.




