26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serkirdeyê PDK-Sê Ebdulreman Apo ji zindanên PYDê serbest hat berdan

Çavkanî: KDP.info

Qamişlo-KDP.info- Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriye (PDK-S) Ebdilrehman Apo piştî girtina salek û 4 mehan ji zîndanên PYDê li Qamişlo hat azadkirin.

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê ku roja 12ê Tîrmeha 2017an li Efrînê ji aliyê asayişa PYDê ve hatibû zîndankirin, îro 14.11.2018 û piştî salek û 4 mehan li Qamişlo hat azadkirin.

Dema opozisyona Sûriyê bi alîkariya Tirkiyê Efrîn dagîr kirin, Ebdulrehman Abo di zindanên PYDê de bû li Efrînê, lê niha li Qamişlo hat berdan.

Nûçeyên têkildar