26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sê sal bi ser rizgarkirina Şingalê derbas bûn..PKK û Heşd nahêlin bê avakirin

Çavkanî: KDP.info
تیمێكی كه‌تیبه‌ی ئه‌ندازه‌.شنگال.

 

Duhok-KDP.info- Îro 3 sal bi ser rizgarkirina Şingalê re derbas bû û PKK û Heşda Şeibî asteng bûne ji avakirin û avedankirina Şingalê re.

Roja 13-11-2015 Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya Serok Barzanî û bi alîkariya balafirên Hevpeymaniya Navdewletî navçeya Şingalê bi temamî rizgar kirin û DAIŞ li wê navçeyê nehiştin.

Di salvegera rizgarkirina Şingalê de, Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Dema Hêzên Pêşmerge Şingal rizgar kirin, bajarê Şingalê ji ber karên terorîstî wêran bibû, me hemû hewlên xwe dan ji bo ku em li Şingalê kar bikin û sazî û rêxistinên navdewletî û navxwe bibin Şingalê ji bo ku kar tê de bikin, lê ji ber hebûna çekdarên ser bi PKKê ve, wan sazî û rêxistinên navdewletî û biyanî qebûl nedikirin ku li Şingalê kar bikin.”

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017 careke din Şingal ket destê Heşda Şeibî de û bi sedan binpêkirin li wî bajêrî tên kirin, lewma jî xelk newêrin vegerin ser mal û halê xwe ji ber hebûna wan hêzên neyasayî yên PKK û Heşda Şeibî.

Mehma Xelîl dibîje, herwiha ji ber bûyerên 16ê Cotmehê rewşa Şingalê pir xerab e û niha valahiyeke ewlehî û îdarî li Şingalê heye. Rewşa xelkê ji ber nebûna xizmeta pir dijwar e û zêdetirî % 80 ji xelkê Şingalê koçber bûne.”

Nûçeyên têkildar