26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fermandarê berê yê HSDê: PYDê sebeb e ku me Efrîn jidest da

Çavkanî: KDP.info

 

Duhok-KDP.info- Serkirdeyê berê yê Hêzên Sûriyaya Demokrat (HSD) Emîd Husamedîn Elak ragihand ku PYD sedema wê yekê ye ku Kurdan Efrîn jidest dan.

Husamedîn Elak ji malpera KDP.info re ragihand: “Eger PYD vegeriyaba bo lêvegera siyasî ya Kurdistanê ku Serok Barzanî ye û rêkeftinên di navbera TEV-DEM û ENKSê cîbicî kiribana, dê niha rewa Rojavayê Kurdistanê ne bi awayî ba û me destê xwe ji bo alîkariyê nediavêt ti kesekî din.”

Emîd Husamedîn Elak wiha got: “Me ji PYDê re digot veger bo lêvegera Kurdistanê li Başûr, bi taybetî jî Serok Barzanî, ji ber ku jibilî Kurdan ti kes nikare alîkariya Kurdan bike, lê guh nedan me û bûn sedem ku Efrîn ji destê me biçe.”

Ewak wiha got: “Serok Barzanî gelek caran hewl da ku Kurdên Rojava bike yek. Niha jî em dixwazin Serok Barzanî pirsgirêkên me çareser bike û piştgiriya me bike.”

 

Nûçeyên têkildar