Pisporê Petrolê: Sala bê petrola Kurdistanê dê pêşkeftinên mezin bibîne..Şirketên mezin dê kar bikin

Hewlêr-KDP.info- Herêma Kurdistanê sal bi sal hewl dide ku sektora petrolê zêdetir pêş bixe û pêngavên mezin davêje. Pisporekî petrolê dibêje, sala bê dê şirketên navdar û mezin ên cîhanê li Kurdistanê dest bi karê petrolê bikin û dê pêşkeftinên mezin bidest bên.
Di çend rojên borî de, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku asta petrola ku ji Kurdistanê tê hinardekirin zêde bûye, ku berê 350 hezar bermîl bû di rojekê de, lê niha rojane bûye 400 hezar bermîl.
Derbarê wê pêngava Hikûmeta Kurdistanê, Pisporê Petrolê Hêja Şêx Taha ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha Herêma Kurdistanê asta hinardekirina petrolê bo 400 heta 450 hezar bermîl di rojekê de zêde kiriye, ku hewl hene ew rêje zêdetir bibe, ku rojane 800 heta 900 hezar bermîl ji petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê bê hinardekirin.”
Şêx Taha wiha got: “Sala bê û di çarçoveya rêkeftina Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Kurdistanê ligel şirketên mezin ên cîhanî, dê ew şirket dest bi karê xwe bikin di warê petrolê de, wek şirketa Exxon Mobil ku ji sala 2014ê de karê xwe sekinandiye ji ber şerê DAIŞê û dê sala 2019 dest bi karê xwe bike. Herwiha şirketên Ros Neft û çendîn şirketên din rêkeftin ligel Hikûmeta Kurdistanê kirine û dê sala bê dest bi karê petrolê bikin, ku ligel destpêkirina wan şirketan bi karê xwe, dê pêşkeftinên mezin bikevin warê petrola Kurdistanê.”




