Berpirsê PDKê li Silêmaniyê: Hikûmeta nû dê li gorî kursiyên parlamentoyê be..Dê hikûmeteke bihêz be

Silêmanî-KDP.info- Serokê Encûmena Serkirdatiya PDKê ya Silêmanî – Helebçe Arif Teyfûr dibêje, di çend rojên bê de dê şandek ji PDKê serdana partiyên siyasî yên Kurdistanê bike ji bo avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê, ku dê hikûmeteke bihêz be.
Arif Teyfûr ji malpera KDP.info re ragihand: “PDK şandeke danûstandinan ava kiriye ji bo serdana partiyên siyasî yên Kurdistanê, ji bo ku gotûbêjan bike li ser şêweyê avakirina hikûmeta nû.”
Derbarê şêweyê wergirtina kursiyan di nava hikûmeta nû de, Teyfûr wiha got: “PDK ligel kîja partiya siyasî lihev bike ji bo avakirina hikûmetê, dê kursiyan bide wê li gorî kursiyên ku bidest aniye.”
Wî berpirsê PDKê wiha domand: “Deriyê me ji ti partiyeke siyasî re ku tevlî hikûmetê bibe, nehatiye girtin û şanda PDKê dê serdana hemû partiyan bike û avakirina hikûmetê ligel wan gotûbêj bike, û her partiyek bixwaze tevlî hikûmetê bibe nabe di nava hikûmetê de be û opozisyon jî be. Emê ji wan re bêjin eger hûn dixwazin tevlî hikûmetê bibin divê wezîrê we bi dilsozî karê xwe bikin û tehemila kirîzan bikin û ji berpirsyaretiyê nerevin, nabe ji nîvê rê dev ji me berdin, wek çawa di van 4 salên derbasbûyî de me dît.”
Arif Teyfûr ragihand: “PDK hikûmetekî naxwaze ku hemû partiyên siyasî tê de beşdar bin, lê em naxwazin jî tenî ligel YNKê hikûmetê ava bikin. Em dixwazin ew partiyên ku amade ne pêbendî bernameya hikûmetê bibin, tevlî hikûmeta nû ya Kurdistanê bibin. Hikûmeta nû ya Kurdistanê dê hikûmeteke bihêz be ji bo ku Kurdistan bihêz û avedan be, herwiha daxwazên xelkê cîbicî bike.”




