26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fazil Mîranî: PDK dê dest bi gotûbêjên avakirian hikûmeta Kurdistanê bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtinekê de ligel Partiya Parêzgerên Kurdistanê de, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku PDK wek partiya yekem di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, dê serdana partiyên siyasî yên Kurdistanê bike ji bo gotûbêjkirina avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê.

Îro Fazil Mîranî pêşwazî li Serokê Partiya Parêzgerên Kurdistanê Necat Sûrçî û şanda pê re kir û di wê hevdîtinê de Mîranî behsa rewşa niha ya Kurdistan û Iraq û navçeyê kir, û ragihand ku PDK wek partiya yekem di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, dê serdana partiyên siyasî yên Kurdistanê bike ji bo gotûbêjkirina avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê.

Mîranî got ku ew hêvî dikin hikûmeteke bihêz ji bo xizmeta miletê Kurdistanê bê avakirin, ku karê wê yê serke ewlehî û jiyana xelkê be.

Mîranî herwiha got ku PDK berdewam kurdayetî kiriye û xwe wek parêzer ji destkeftên niştimanî re dibîne, herwiha PDK tekeziyê dike li ser yekrêziya partiyên siyasî û li ser yekhelwêstiya niştimanî li Kurdistanê, ji ber ku ew yek dibe sedema parastina destkeftên Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan tekez kir aştî û aramiya siyasî û ewlehî pir girîng e ji bo yekrêziya partiyên siyasî yên Kurdistanê û ji bo yekîtiya navmala Kurdî, ku ev yek erkê hemû parityên siyasî ye.

 

Nûçeyên têkildar