Encamên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hatin pesendkirin

Hewlêr-KDP.info- Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê encamên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê pesend kir.
Piştî ragihandina encamên dawî yên hilbijartinan ji aliyê Komisyonê ve, piraniya aliyên beşdar tane li encaman dan û piştî lêkolînê tevahiya encaman hatin pesendkirin.
Îro roja sêşemê (30-10-2018) Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê encamên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê wek xwe pesend kir.
Roja 30ê Îlona 2018a hilbijartina gera pêncem a Parlamentoya Kurdistanê birêve çû û paşê jî şeva 20ê Cotmeha 2018a Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê encamên dawî yên hibijartinê ragihand.
Li gor wan encamên fermî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 45 kursî bi dest xistiye.




