26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îmarat: Pêwendiyên me ligel Kurdistanê pir girîng in

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro li gel Konsulê Giştî yê Îmaratê yê li Hewlêrê civiya, ku ji bo xatirxwestinê serdana ofîsa Serokwezîriya Herêma Kurdistanê kiribû.


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro Yekşembiyê (28.10.2018) li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îmaratê Raşid Elmensurî kir, ku ji ber bidawîhatina erka xwe û ji bo xwatirxwastinê serdena ofîsa serokwezîriya Herêma Kurdistanê kiribû.

Di vê hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Îmaratê yê li Hewlêrê, Raşid Elmensurî spasiya serokwezîr û saziyên peywendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo serxistina kar û çalakiyên xwe kir, ku di dem karkirina wî de hevkarî û hevahengî pê re kirine.

Elmensûrî got, hevkarî û hevahengiya saziyên Herêma Kurdistanê bûne sedema serkeftina kar û çalakiyên wî û xurtkirina têkeliyên navbera Îmaratê û Herêma Kurdistanê û tekezî li ser wê yekê jî kir, ku welatê wî girinigiyeke mezin dide têkeliyên bi Herêma Kurdistanê re û têkiliyên herdu aliyan dê berdewam bin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî di vê hevdîtinê de kar û çalakiyên Raşid Elmensurî li Herêma Kurdistanê û bi taybetî di xurtkirina têkeliyan de û gihandina alîkariyên mirovî ji bo koçber û penaberan di salên dijawar ên bihorî de, bilind nirxand û hêvî kir, ku Elmensûrî di karê xwe yê nû de serkevtî be.

Nêçîrvan Barzanî herwiha got, ku Herêma Kurdistanê giringiyê dide pêwendiyên xwe yên bi Îmaratê re û tekezî li ser hevkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi konsulê nû yê Îmaratê re kir û diyar kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hêsankariyan jî ji bo kar û çalakiyên konsulê Îmaratê bike.

Herdu aliyan herwiha rewşa herêmî û çend pirsên girêdayî rewşa siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê jî nirxandin.


 

Nûçeyên têkildar