26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlamenterê PDKê: Emê bi 45 kursiyan hikûmetê bilez ava bikin

Çavkanî: KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Parlamenterê PDKê yê Kurdistanê Omêd Xoşnaw ragihand ku PDKê bi anîna 45 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê dê karibe bilez serokatiya parlamentoyê û hikûmetê pêk bîne û karê xwe bike.

Omêd Xoşnaw ku xula berê jî parlamenter bû, ji malpera KDP.info re ragihand: “Dema Dadgeha Bilind a Kurdistanê encamên hilbijartina Kurdistanê pesend bike, dê 10 roj li pêşiya me bin ji bi ku parlamento civîna xwe ya yekê lidar bixe û serokatiya parlamento bê hilbijartin.”

Xoşnaw wiha got: “Emê hewl bidin her ji civînên yekem ên parlamentoyê, desteya serokatiyê hilbijêrin. Dê vê xulê sekreterê parlamentoyê nebe. Dê serokê parlamento û 2 cîgirên wî hebin.”

Wî parlamenterê PDKê wiha domand: “Emê bi rêya 45 kursiyên xwe hewl bidin ku bilez serokatiya parlamentoyê diyar bikin, ji bo ku ew jî kesekî erikdar bikin ji bo avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê, ku emê wisa bilez karê xwe bikin.”

Nûçeyên têkildar