Petrola Kerkûkê êdî naçe Îranê..Dê bi rêya Kurdistanê biçe bazarên cîhanê

Kerkûk-KDP.info- Biryar e destpêka meha bê Hikûmeta Iraqê hinardekirina petrola Kerkûkê bo Îranê rawestîne û bi rêya Herêma Kurdistanê ew petrol biçe Tirkiyê û ji wir jî têkeve bazarên cîhanê de.
Meha bê dê Amerîka cezayên giran bavêje ser Îranê, lewma jî Hikûmeta Iraqê neçar bûye ku êdî petrola Kerkûkê neşîne Îranê.
Derbarê wê yekê de, Parlamenterê Kurd li Bexdayê Dana Ceza ji malpera KDP.info re ragihand: “Rawestandina hinardekirina petrola Kerkûkê bo Îranê, dê Hikûmeta Iraqê neçar bike ku wê petrolê bi rêya boriya Herêma Kurdistanê bişîne bazarên cîhanê. Heta niha petrola Kerkûkê bi rêya tankeran dihat şandin bo Îranê, lê piştî cezayên Amerîka, êdî Iraq nikare petrolê bişîne Îranê.”
Ji aliyê xwe ve, Pisporê petrolê Sîrwan Areb ji malpera KDP.info re ragihand: “Rojane 30 hezar bermîl petrol ji bîrên Kerkûkê diçûn Îranê, lê niha Iraq nema kare petrola Kerkûkê bişîne Îranê. Li gorî zaryariyên min, dê Hikûmeta Iraqê êdî petorla Iraqê bi rêya Herêma Kurdistanê bişîne bazarên cîhanê, ku ev pêngav hem ji Bexda û hem ji Kurdistanê re baş e û dikare bibe sedema başbûna pêwendiyên herdû aliyan.”
Piştî hatina DAIŞê, Kerkûk ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat parastin û petrola wê ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve dihat firotin, lê wê demê bermîla petrolê tenê bi 30 dolarî bû. Lê piştî dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên Iraqê ve, niha ew petrol di destê hin kes û aliyan de ye û peryên wê winda ne.




