Nêçîrvan Barzanî: Dukanên ku li Hewlêrê şewitîn emê wan qerebû bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hember şewata ku îro li bazara Lenge ya Hewlêrê derket, dilgiraniya xwe nîşan da û ragihand, “dê bi qasî ku di şiyana hikûmetê de be, zirardîtiyên bûyerê dê bêne qerebûkirin.”
Îro Pêncşema 25ê Cotmeha 2018an serê sibehî agirek mezin li bazara Lenge ya Hewlêrê ket û li gorî daxuyaniya Qayimmeqamê Hewlêrê, di encama şewata îro de zêdetir ji 1200 dikanên bazara Lenge ya Hewlêrê şewitîne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî derbarê bûyerê de peyamek belav kir û peyamekê de li ser hesaba xwe ya twîterê ragihand, ku dê komîteyeke taybet bo encamdana lêkolînê derbarê zirarên bûyerê de bê pêkanîn.
Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Şewitîna Bazara Lenge li Hewlêrê gelek ez nîgeran kirim. Hevxemê zirardîtiyan im. Komîteyeke taybet lidûvçûnê bo ziraran û cîbicîkirina rêkarên pêwîst bo dubarenebûna wê (bûyerê) dike. Piştrast bin, bi qasî ku ji destê me bê, emê qerebûya ziyandîtiyan bikin.”




