Dastana Sihêla şerê man û nemana Kurdistanê bû..Şerê keramet û axê bû

Duhok-KDP.info- Dastanên Pirdê û Sihêla û şewitandina tankên Abramz ên Amerîkî û gotina “Kurd xwe naçemînin” bûne dîroka cihê serbilinda gelê Kurdistanê. Fermandarên Pêşmerge dibêjin, Hêzên Pêşmerge di dastana Sihêla de karîn pilana hemû dijminan bişkînin û ew dastan şerê man û nemana Kurdistanê bû.
Piştî dagîrkirina Kerkûkê hêzeke Kurdî di roja 16-10-2017 de, hêzên Heşda Şeibî û hêzên Iraqê roja 26-10-2017 êrişî parêzgeha Duhokî jî kirin û xwestin xwe bighînin Duhok û Zaxo û Deriyê Îbrahîm Xelîl, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û li Sihêla dastanet nivîsandin bi şikandina wê êrîşa mezin, ku armanca wê êrîşê dagîrkirina Kurdistanê bû.
Serfermandarê Pêşmerge Ferîq Cemal Êmînkî ji malpera KDP.info re behsa wê dastanê kir û wiha got: “Mebesta êrîşa Heşda Şeibî nehiştina statyoya Herêma Kurdistanê bû. Dixwestin Duhok û Hewlêr û Silêmaniyê bixin bin destê xwe û tiştekî bi navê Kurdistan nehêlin.”
Derbarê wan hêzên ku êrîş kirin ser Hêzên Pêşmerge li Sihêla, Cemal Êmînkî ragihand: “Hêzên Iraqê ji Heşda Şeibî û Hêza Dijeterora Iraqê û Fîrqeyên 15 û 16 û Hêza Êrîşa Bilez pêk hatibûn, ku Iraq bi hemû hêza xwe û bi wan alîkariyên ku Îran û ji welatên din ve jî wergirtibûn, êrîş kirin ser Sihêla. Dixwestin ji Sihêla derbasî Duhokê bibin û hemû navçeyê dagîr bikin, lê hemû pilanên wan hatin şikestin.”
Êmînkî wiha got: “Dastana Sihêla qonaxeke serkeftî bû di dîroka Kurdistanê de û kêmtir nebû ji dastanên din ên Hêzên Pêşmerge, ku ew jî vedigere bo îradeya pêşmergeyên qehreman û serkirdayetiya Kurdistamê û bawerî bi Serok Barzanî, ku Serok Barzanî berdewam xwe wek Pêşmergeyek dide xuyakirin. Ew pêşmergeyên ku xwe wek pêşmergeyên Serok Barzanî dan xuyakirin, bergirî kirin û amade bûn canê xwe bikin qurbanî parastina axa Kurdistanê, ku nehiştin dijmin tenê bustekê jî pêşde bê, ew jî tevî ku girûpeke Kurdî xiyanet kir û gelek navçeyên Kurdistanî radestî dijmin kirin.”
Ji aliyê xwe ve, Pêşmergeyê Fermandehiya Zêrevanî Lîwa Behcet Teymez ku ew jî di dastana Sihêla de beşdar bû, ji malpera KDP.info re axivî û wiha got: “Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017 em ji çend navçeyan vekişyan, ji ber ku me zanîbû pilana neyaran heye heye ku hemû Kurdistanê dagîr bikir û armanca wan ew bû ku xwe bighînin Fîşxabûr, lê Serok Barzanî û zarokên Kurdistanê biryar dan ku şerê man û nemanê bikin.”
Lîwa Behcet Teymez wiha got: “Me biryar dabû ku yan em bi serbilindî vegerin malê xwe, yan jî di şer de şehîd bibin û qet nehêlin dijmin bighê armanca xwe. Di wî şerî de me zêdetirî 20 şehîdan da û me nehişt dijmin pilana xwe cîbicî bike.”
Pêşmerge li Sihêla pilene welatên navçeyê şikand
Sihêla ji aliyê cografî ve cihekî sitratejîk e bo abûrî û siyasî û serbasiya navçeyê, lewma jî çavê neyaran li ser wê deverê bû. Derbarê wê yekê de, Behcet Teymez wiha got: “Netenê Heşda Şeibî û hêzên Iraqê êrîş kirin ser me, lê belê pilaneke welatên navçeyê hebû bo jinavbirina statyoya Herêma Kurdistanê, lê me ew pilan şikand. Piştî ku êrîşa dijminan li başûrê Hewlêrê li nahiyeya Pirdê biser neket û nikarîn Hewlêrê dagîr bikin, dijmin pilana xwe guhert û berê xwe dan Sihêla û xwestin ji Duhokê de Kurdistanê dagîr bikin. Lê derset stendin û ti carî jibîr nakin, ji ber ku me bi fermana Serok Barzanî û bi hêza PDK û Barzanî me berxwedan kir.”
Dastana Sihêla şerê keramet û axê bû
Hevdem, Fermandarê Lîwaya 1 ya Leşkerê Roj Bedel Bendî ji malpera KDP.info re ragihand: “Dema dijmin êrîş kir ser Kurdistanê bi taybetî li Sihêla, dijmin hizir dikir ku dê bi dilê xwe li Kurdistanê biçin û bên, lê dema Serok Barzanî biryara şer da, me hemûyan şerê Kurdistan yan neman kir.”
Bedel Bendî wiha got: “Eger ne ji dastana Sihêla ba, niha tişteka bi navê Kurdistanê nemabû û me biryar dabû ku em qet xwe neçemînin.”
Ji aliyê xwe ve, serfermandarê berê yê Iraqê Babekir Zêbarî derbarê bergiriya Hêzên Pêşmegre li Sihêla ji malpera KDP.info re ragihand: “Dastanên Pirdê û Sihêla bûn sedema şikandina dijmin li Kurdistanê. Eger Sihêla û Pirdê nebana niha Heşda Şeibî û hêzên Iraqê dê bi dilê xwe li bajarên me çûbana û hatibana, lê hemû hewl û pilanên wan ji aliyê Pêşmerge ve hatin pûçkirin û xwenên wan bicîh nehatin.”




