Balyozê Ermenistanê xatir ji Nêçîrvan Barzanî xwest

Hewlêr-KDP.info- Balyozê Ermenistanê li Iraqê serdana Herêma Kurdistanê kir û xatir ji Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwest.
Îro Çarşema 24-10-2018 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Ermenistanê yê li Iraqê Karen Grigoryan kir.
Di destpêka civînê de Balyozê Ermenistanê yê li Bexdayê Karen Grigoryan diyar kir ku armanca serdana han xatirxwestin bû ji rayedarên Kurdistanê, jiber ku dema karê wî weke balyozê Ermenistanê yê li Iraqê bidawî hatiye.
Di berdewamiya civîna han de Karen Grigoryan spasiya hevkarî û piştgîriyên Hikûmeta Kurdistanê kir û amadebûna welatê xwe jî ya bo bihêztirkirina têkiliyên xwe yên ligel Kurdistanê di warê bazirganî, abûrî û çandî de diyar kir.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kar û çalakiyên Karen Grigoryan bi girîng wesif kir hêviya serkeftinê di karê wî yê nû de jê re xwest.
Serokwezîrê Kurdistanê herwiha xwesteke Kurdistanê jî ya ji bo pêşdebirina têkiliyên xwe li gel Ermenistanê diyar kir.




