Berpirsê PDKê li Xaneqîn: Terorîstên DAIŞê bi alîkariya Heşda Şeibî erdê Kurdan dagîr dikin

Xaneqîn-KDP.info- Berpirsê Şaxa 15 ya PDKê li Xaneqîn Şêx Ceifer Şêx Mistefa ragihand ku Heşda Şeibî li sînorê Xaneqîn terorîstên DAIŞê tevlî refên xwe dike, ku li wan navçeyên Kurdistanî ew çekdar êrîşî gundan dikin û destê xwe datînin ser erdên Kurdan.
Şêx Ceifer Şêx Mistefa ji malpera KDP.info re ragihand: “Beşek ji Erebên Xaneqîn berê Beisî bûn û piştre bûn endamê El-Qaîde û dema DAIŞ hat tevlî wê bûn, ji bo ku dijayetiya Kurdan bikin. Şerê Pêşmerge dikirin û gelek Pêşmerge bi destê wan şehîd bûne. Piştî ku Hêzên Pêşmerge ew navçe ji destê terorîstên DAIŞê rizgar kirin, ew terorîst reviyan, niha jî piştî ku hêzên Heşda Şeibî hatine navçeyên Kurdistanî, dîsa ew terorîst vegeriyane navçeyê û rêkeftin ligel Heşda Şeibî kirine li dijî Kurdan û dibin çekdarê Heşda Şeibî. Ew çekdar jî êrîş dikin ser gundên Kurdan li sînorê Şêx Bawe û destê xwe datînin ser erdên Kurdan.”
Şêx Mistefa wiha got: “Ew Erebên ku çekdarên DAIŞê bûn tên û erdê Kurdan dagîr dikin, bi piştevaniya Heşda Şeibî. Herwiha li Celewla jî tenê di nava çend rojên borî de 20 malbatên DAIŞê vegeriyane bajar.”




