Heşda Şeibî 2 rojnamevanên Kurd eşkence kirine

Duhok-KDP.info- Hêzek ser bi Heşda Şeibî ve 2 rojnamevanên Kurdên Êzdî eşkence kirine û ew rojnamevan dibêjin, çavê me girtin û li me dan û em eşkence kirin.
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017 û dagîrkirina navçeyên Kurdistanî ji aliyê Heşda Şeibî ve, gelek binpêkirin li dijî xelkê wan navçeyan tên kirin ji aliyê çekdarên Heşda Şeibî ve, ku Kurdan digrin û wan eşkence dikin û gefa kuştinê li xelkê dikin.
Derbarê wê yekê de, peyamnêrê Kurdistan 24 Mahir Şingalî, yê ku ligel wênegirê xwe Nayif Îdo ji aliyê girûpên Ensar Elhucce ya serbi Heşda Şeibî ve hatibûn girtin, ragihand: “Em li navçeya Domîz bûn ji bo weşana derxistina wan malbatên Êzdî ji navçeyê ji aliyê çekdarên Heşda Şeibî ve, lê ji nişkê ve hêza Ensar Elhucce êrîş kir ser me û em girtin, çavê me girtin û em birin cihekî nexuyayî. Her kesek dihat cem me sivkayetî bi me dikir û li me dixist.”
Mahir Şingalî ji malpera KDP.info re wiha domand: “Ewqasî li me dan û em eşkence kirin ku haya me ji me nema. Ji me re digotin her ku hûn behsa Heşda Şeibî dikin dê rewşa we wisa kuştin be. Lê baş bû em bi alîkariya hin hevalan ji destê wan rizgar bûm.”
Wî rojnamevanê Kurd ragihand: “Emê li dijî wê hêzê gilî bikin û me ew gilî gihandiye çend aliyên pêwendîdar ji bo ku wan binpêkirinên Heşda Şeibî tomar bikin û lêkolînan ligel wan bikin.




