26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Termên jinên çalakvan li Bakûrê Kurdistanê veşartin

Çavkanî: KDP.info

Cenazeyên sê siyasetmedarên jin ên Kurd ku li Parîsa Fransayê di kirdareke terorîstî de hatibûn şehîdkirin, ji alîyê jinan ve bi dirûşma ´´Şehîd Namirin´´ ber bi Dêrsim, Meletî û Mêrsînê ve hatin birêkirin. Hevserokên BDP Selaheddîn Demîrtaş û Gultan Kişanak û hevserokên KCD Ehmed Turk û Aysel Tugluk û parlamenterên BDP Leyla Zana û Sebahet Tuncel û Şaredarê Amedê Osman Baydemîr di merasima cenazeyê de peyamên aştîyê dan.

 

Cenazeyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamaz ku li Fransayê hatibûn şehîdkirin, li Qada Batikentê ya Amedê bi merasimekê hatin pêşwazîkirin û ew ber bi bajarên wan ve birêkirin. Di merasimê de beşdaran kincên reş girêdan û şarên spî li xwe kirin. Darbestên jinan bi alên PKK’ê hatin pêçan. Heta ku cenaze ji morga Nexweşxaneya Baglarê hate Qada Batikentê jî balkêş bû polîs li derveyî girsyeê bûn û ji dûr ve temaşe dikirin. Gelek beşdaran di merasimê de rondikên çavan barand. Parlamentera Serbixwe ya Wanê û Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk di dema axaftina xwe de ji giryanê nekarî axaftina xwe dirêj bike. Heta merasim qediya jî dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin û strana “Hûn ku de diçin ey jinên azad” hate guhdarîkirin.

 

Darbestên siyasetmedarên jin li ser milên jinan heta qadê hat û li platforma ber otobûsa BDP’ê hate bicihkirin. Ronamevanên biyanî û Stenbolê jî eleqeyeke mezin nîşanî merasimê dan û gelek caran bi awayeke zindî tevli qenalên televîzyonên xwe bûn. Rojnamevanên navdar ên tirk Can Dundar û Mete Çubukçu jî li qada merasimê amade bûn.

 

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê pêşî axavtinek bi kurdî kir. Baydemîr, got îro rojbûyîna Fîdan Dogan e û ew hersê kulîlkên Kurdistanê ber bi jiyaneke bêdawî ve bi rê dikin. Baydemîr, lanetê li kujeran barand û xwest hikûmeta Fransayê demildest kiryarên vê bûyerê ronî bikin û hesaba wê bipirsin. Şaredar Baydemîr, wiha axivî: “Sakîne neviya Seyîd Riza bû. Leyla neviya Şêx Seîdê Kal bû. Heta ku kurd azadiya xwe bi dest nexin em ê ala we nedeynin erdê. Hûn çiqas kurdek bikujin dê şûna wan de bi sed hezaran kurd rabin û vê têkoşînê berdewam bikin.”

 

Hevserokê BDP’ê Selahaddîn Demîrtaş jî li hemberî operasyonên li dijî gerîlayên PKK’ê nerazîbûn nîşan da û peyama “aştî û şer bi hev re çênabin” da Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan. Demîrtaş, destnîşan kir kurdan di vê qadê de nîşan dane ku ji aştiyê re amade ne û xwest hikûmet jî gavên berbiçav bavêje û hesasiyeta kurdan li ber çavan bigre. Demîrtaş, da zanîn hesasiyeteke yek alî nabe û ji bo aştiyeke bi rûmet ew amade ne.

Di hemû axaftinên BDP’iyan de jî hêmaya “Kurdistanê” li pêş bûn û diyar kirin hersê jin bûne sembola aştiyê. Bavên her sê jinan jî di axaftinên xwe de gotin keçên wan ji bo aştiyê jiyana xwe ji dest dane û ew dixwazin ji vir û şûnde şer çênebe, kurd jî bigihijin hemû mafên xwe.

Cenazeyên jinan ji bo veşartinê ber bi Dêrsim, Mêrsîn û Mereşê ve hatin birêkirin. Parlamenterên BDP’ê jî tevli karwanên seyareyan ên ber bi bajarên din ve bûn.

Nûçeyên têkildar