Nêçîrvan Barzanî û Macron çend mijar gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî ligel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron pêk anî û herdu aliyan proseya siyasî ya Iraqê û pêkanîna kabineya nû ya hikûmeta Iraqê gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di axaftinê de ku îro Şemiyê (20.10.2018) bi rêya telefonê hate kirin, li ser proseya siyasî ya Iraqê û pêkanîna kabineya nû ya hikûmeta Iraqê sekinîn.
Emmanuel Macron tekez kiriye ku divê hemû aliyên iraqê û bi taybetî aliyên Kurdistanî li proseya siyasî û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de beşdar bin.
Nêçîrvan Barzanî jî bo piştevaniya Fransayê li Herêma Kurdistanê û Iraqê spasiya Macron kir û herwiha bal kişand li ser wê yekê ku aliyên siyasî yê Herêma Kurdistanê dê beşdarê proseyasî û hikûmeta nû ya Iraqê bibin.
Di heman demê de Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku peywendiyên Fransa ligel Iraq û Herêma Kurdistanê de di hemû waran de berdewam bin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha spasiya Serokomarê Fransayê kir ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê roleke girîng û mezin bo aramkirina û destpêkirina diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê de û bo çareserkirina pirsgirêk û şikandina dorpêçên li ser Kurdistanê hebûye.




