Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulhemîd behsa avakirina hikûmeta Iraqê kirin

Bexda-KDP.info- Serokwezîrê Barzanî Nêçîrvan Herêma Kurdistanê li gel Adil Ebdulhemîd, ku bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatiye erkdarkirin, civiya û li ser pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê guftûgo kirin.
Neçîrvan Barzanî îro di dema serdaneke xwe y abo Iraqê de, piştî civîna li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li gel Adil Ebdulhemîd civiya.
Di civînê de li ser pirsa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê gotûbêj hatin kirin. Herdu alî hevnêrîn bûn, ku hikûmeta bê karibe bersivê bide daxwaz û mafên destûrî yên hemû pêkhateyên Iraqê.
Di civînê de pêşketinên siyasî û ewlehiya herêmê bi giştî, ya Iraqê jî bi taybetî, herwiha proseya siyasî û guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin guftûgokirin: “Berdewamiya gotûbêjan û çareseriya kêşeyan di çarçoveya destûrê Iraqê de hat dubarekirin.”




