Mesrûr Barzanî: Helwesta Beşikçî li ser doza gelê Kurdistanê cihê rêzdariyê ye

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa herêma Kurdistanê li paytext Hewlêrê pêşewaziya bîrmend û civatnas Îsmaîl Beşikçi kir û got ku helwestên Beşikçî li hemberî doza gelê Kurdistanê cihê rêzdariyê ye.
Di civînê de Mesrûr Barzanî balkişand giringiya sekn û helwêsta Beşikçi û jiber vê seknê, spasiyên xwe arasteyî Ismail Beşikçi kir.
Şêwirmendê Encûmena Asayişa herêma Kurdistanê destnîşankir ku, helwêstên Îsmaîl Beşikçî girêdayî doza rewa ya gelê Kurdistanê, bîr û ramanên wî liser gel û doza Kurdistanê, li cem welatparêz û parêzvanên azadiyê cîhê rêzdariyê ne.
Beşikçî balkişand ser ewleyî, aramî û pêşkeftina Kurdistanê. Anî ziman ku, doza Kurdistanê di astek bilind de ye û Civata Navneteweyî dive peyama gelê Kurdistanê bikaribe bixwîne.
Beşikçî herweha destnîşankir ku, gihiştina çareseriya doza Kurdistanê, di berjewendiya tevayiya herême de ye.




