26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Adem Geverî: 16ê Cotmehê xencerek bû..Xiyeneteke mezin bû

Çavkanî: KDP.info

Duhok-KDP.info- Siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Adem Geverî dibêje, 16ê Cotmeha 2017 xiyaneteke mezin li gelê Kurd hat kirin, ku bû sedem Kurd gelek navçeyên Kurdistanî cidest bidin.

Roja 16ê Cotmeha par xiyaneteke mezin li gelê Kurdistanê hat kirin, ku girûpekê ji nava partiyeke siyasê ve ew xiyanet kir û di encamê de Kerkûk û gelek navçeyên Kurdistanî ketin destê Heşda Şeibî de.

Derbarê salvegera xiyaneta 16ê Cotmehê, Adem Geverî ji malpera KDP.info re ragihand: “Kurd di dîrokê de berdewam rastî xiyanetê bûne û di 16ê Cotmeha par de xiyaneteke mezin li gelê Kurd hat kirin û Kurd gelekî pê birîndar bûn.”

Geverî wiha got: “Di wê xiyanetê de armanca dijmin ew bû ku tiştekê bi navê gelê Kurd nehêle, lê Serok Barzanî ew xewna wan jinav bir û nehişt ew yek pêk were.”

Adem Geverî wiha domand: “16ê Cotmehê ne tenê çend navçe jidest dan, lê belê ji aliyê saykolocî û siyasî ve rastî pirsgirêkeke mezin hatin û xencek bû li yekrêziya Kurdî.”

Geverî ragihand: “Kurd li hemû perçeyên Kurdistanê pir pêşkeftine. Li Başûrê Kurdistanê referandum hat kirin û ew referandum mezintirîn destkeft e ji gelê Kurd re, ku mafekî rewa bû û niha jî Kurd qet dest ji wî mafî bernade.”

 

Nûçeyên têkildar