26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Hekîm avakirina hikûmeta Iraqê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Demorkat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Eniya Îslah ya Iraqê bi Serokatiya Emar Hekîm kir û di wê hevdîtinê de avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hat gotûbêjkirin.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm behsa rewşa siyasî ya Iraqê, prosesa ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê kirin.

Her di civîna han de şanda mêwan ku nuneratiya çend enî û aliyên îraqî dikir, jiber serkeftina lîsteya PDKê di hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir.

Şanda mêwan herwiha behsa rola pêşeng ya PDKê li Kurdistan û Iraqê de kir û daxwaza vê yekê kir ku PDK rola xwe ya bibandor û çalak di prosesa siyasiya Îraqê de bilîze.

Her di heman civînê de behsa prosesa siyasiya Iraqê û avakirina hikûmeta Iraqê kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku lazime her sê pirensîbên hevsengî, lihev kirin û hevpariyê jî li ber çav werin girtin.

Nûçeyên têkildar